AMEDTIMES- Tê payîn ku îsal ji 65 hezar kewarên li tevahiya bajêr 600 hezar ton hingiv bê hilanîn û ev jî biqasî 180 milyon lire piştgirî bide aboriyê.

Waliyê Mûşê Avnî Çakir jî bi malbata Baglam re ya ku bi piştgiriya hîbeyê ya Rêveberiya Bajêr a Daristan û Çandiniyê û Saziya Piştgiriya Pêşketina Gundewar û Çandiniyê tevî hilanîna hingiv bû.

Çakir piştî ku hingivê li gundê Mongokê li ser navendê hat hilanîn daxuyanî da û got ku potansiyela mêşvaniyê ya Mûşê zêde ye.

Çakir got ku di mêşvaniyê de bi pêngavên hêzdar pêş dikevin û axaftina xwe wiha domand:

"Herêma me li Tirkiyeyê yek ji wan cihan e ku hingivê kulîlkan a herî bi kalîte lê derdikeve. Em tevî hilanîna higiv bûn. Ev kar wekî fabrîqeya bêdîxan e. Em amade ne ku her cure piştgiriyê bidin ciwanên xwe."

Rêveberê Çandinî û Daristanê yê Mûşê Mehmet Gun jî diyar kir ku floraya Mûşê li gor bajarên din dewlemend e.

Li Midyadê otomobîla ku agir pê ket hat vemirandin Li Midyadê otomobîla ku agir pê ket hat vemirandin

Gun da zanîn ku li bajêr mêşvanî zêde tê kirin û got ku "Li Mûşê 65 hezar kewarên 392 kargehên me hene. Me îsal jî bi mêşvanên xwe re hevdîtin kir, li benda ber û bereketeke baş in. Hêviya me ew e ku biqasî 600 hezar ton hingiv bê hilanîn. 400 kewarên mêşan bûn kargeha me ya ku hem ji TKDKyê hem jî ji me piştgirî hilde hene. Ez hêvî dikim ku bi ber û bereket be."

Çavkanî: AA