A M E D1-4A M E D2-3Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê ji bo welatî li cihên niştecihbûnê rastî pirsgirêkên hatinûçûnê nebin xebatên xwe didomîne. Di çarçoveya xebatan de înşaata Bulvara Mîr Celadet a li Taxa Şêxkendê ku li navçeya Yenîşehîrê ye û berdewamiya Bulvara Mehabadê ye, dest pê kir. Rêya nû ya înşaatê ku 50 metre firehî û 2 hezar û 200 metre dirêj e, tê payîn ku di mehên pêş de bi dawî bibe û ji trafîkê re bê vekirin.

Li Almanyayê êrişa çekdarî: Kesek ji aliyê polîsan ve hat kuştin Li Almanyayê êrişa çekdarî: Kesek ji aliyê polîsan ve hat kuştin

'Piştî ku arizîkirin bi dawî bû me dest bi xebatê kir'

Midûrê Şaxa Çêkirina Rêyan Bariş Çetînkaya der barê xebatên Bulvara Mîr Celadet de agahî da û got, “Bulvara Mîr Celadet herêmeke di bin berpirsyariya Şaredariya Bajarê Mezin de ye û rêya înşaatê ya navçeya Yenîşehîrê ye. Tevî ku înşaeta derdora wê qediya jî, ev bulvar ji ber hin pirsgirêkan demeke dirêj nedihat vekirin. Lê belê di encama xebatên arizîkirinê yên ku ji aliyê Beşa Plansaziyê ve hatin kirin, me li vê herêmê dest bi xebatê kir."

'Rêya me dê 2 hezar û 200 metre be'

Çetînkaya, destnîşan kir ku hilweşandina avahiyên li ser kenda rê ya ku di encama xebatên arizîkirinê yên ku ji aliyê Midûriyeta Herêmê ve tên kirin dewam dike, der barê xebatên çêkirina rê de ev agahî da: “Rêya me berdewamiya Bulvara Mehabadê ye, ku wek Cadeya 75 ji aliyê raya giştî re tê nasîn. Rê ji rêya çarmendorê ya Elezîzê ber bi Bulvara Şêx Saîd a ku ji ber arizîkirinê hêj nehatiye vekirin, diçe. Rêya me bi qasî 2 hezar û 200 metre dirêj û 50 metre jî fireh e. Ji ber topografyaya vê herêmê, xebatên ku em li vir dikin, di warê xebatên axê de karên bibandor in. Em li vir bi qasî 250 hezar metrekup kolandin, 100 hezar metrekup dagirtin û her wiha 100 hezar metrekup dagirtina kevirên bêserûber li ser rê çêdikin da ku binesaziya rê baştir bibe û temenê rê dirêj bibe. Piştî ku ev berhem bi dawî bûn, em ê li benda qedandina xebatên binesaziyê bin. Piştî bidawîbûna xebatên binesaziyê, em plan dikin ku 50 hezar ton madeya bingehê li ser rê bidin û bi rûkalê rê ji trafîkê re vekin."

'Armanca me ew e ku rêwîtiya rehet pêk bînin'

Çetînkaya destnîşan kir ku armanca wan a ewil ew e ku çûn û hatinê terxan bikin û kesên li herêmê dijîn bi rehetî biçin malên xwe û got, "Li gor şert û mercên xebatê dibe ku ev pêvajo 2 heta 3 mehan bidome. Niha xebateke dijwar tê kirin. Di serî de, em laşê sereke yê xebatê, ango bilindkirina rê, diafirînin. Di pêvajoyên jêrîn de em armanc dikin ku bulvara xwe bi ronîkirina peyarêyan û xebatên peyzajê temam bikin. Bi vî awayî em ê vê rêka nû bînin navçeya Yenîşehîrê."

Çavkanî: Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê