AMEDTIMES- Lêgerîna Narîn Guran a 8 salî ya ku di 21ê Tebaxê de li gundê Çuloya navçeya Baxlarê ya Amedê piştî ji Qursa Qur'anê derketî careke din agahî jê nehat girtin, di roja 7emîn de dewam dike. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo dîtina Narîn Guranê hemû derfetên xwe seferber dike û piştgiriyê dide xebatên lêgerînê.

Serokomar Erdogan: Piştgirî û baweriya me ya bo OVPyê tam e Serokomar Erdogan: Piştgirî û baweriya me ya bo OVPyê tam e

Di vê çarçoveyê de dema ekîbên Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin xebatên lêgerînê didomandin, Midûriyeta Hatûçûnê afîşên ku wêneyê Narîn Guran û agahiyên têkiliyê li ser hemû otobusên çûnûhatinê yên bajar û navçeyan daliqandin. Li ser afîşê nivîseke wiha hatiye nivîsandin: "Çi kesê Narîn Guran a ku ji 21'ê Tebaxê ve ye li gundê Çulo ya Baxlarê windabûyî dît, bila ji kerema xwe serî li 112 û 153 bidin."

Çavkanî: Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê