AMED TIMES-Şeva borî xelkê çend gundên navçeyê li hemberî qutkirina elektrîkê xwepêşandan kir û wan xwest ku elektrîka wan were dayîn.

Herwiha gundên Mêrdinê jî elektrîka xelkê hat qutkirin.

Serokê Komeleya Berhemhênerên Garisê yê Qoserê Hanefî Muslumoglu ji dibêje, elektrîka wan gund û cotkaran, bi behaneya ku deynê xwe nedaye, hatiye qutkirin.

Hanefî Muslumoglu eşkere kir ku tenê cotkarên 2 gundan deyndar in lê elektrîka 12 gundan li ser kesên ne deyndar jî hatiye qutkirin.

Bi gotina Muslumoglu, gundiyên wê deverê dê îro biçin Serê Kaniyê û li ber rêveberiya DEDAŞê kom bibin û maf û heqê xwe bixwazin.

Çavkanî: AA