Dûpişk digirtin, 387 hezar lîre ceza lê hat birîn Dûpişk digirtin, 387 hezar lîre ceza lê hat birîn

AMEDTIMES- Li nêzîk gundê Çataxê yê navçeya Hewagê, welatiyên bi navê Îbrahim Çiftçi yê 31 salî û Vedat Akbaşê 17 salî ji bo xwe hênik bikin ketin Gola Bendava Ataturkê.

Îbrahim Çiftçi û Vedat Akbaş piştî demekê dei nav avê de winda bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên rizgarkirinê yên binavê, tîmên AFADê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebata tîmên rizgarkirinê yên binavê de piştî demjimêrekê termê Çiftçi û Akbaş ji nav avê hatin derxistin.

Tîmên tenduristiyê termê her duyan birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Hewagê

Çavkanî: Rûdaw