AMED TIMES- Bûyer do saet 22:00an de li taxa Yavaşlarê ya navçeya Salıpazarı ya Samsunê pêk hat.

Gor agahiyên ku hatine bi dest xistin êrişî xaniyê 200 karkerên demsalî yên ku ji Rihayê bo şixulê hatine Samsunê hat kirin. Kes ne li malê bûye ji ber vê jî xisarekê canê tune ye lê cama paceyê şikiyane.

 Polîs di lêkolîna xwe de diyar kir ku êrişkar bi çeken pompeyê êriş kirine û bi erebeyên xwe ji cihê bûyerê reviyane. Piştî lêpirsina polîsê 3 kesên bi navê Y.D., H.K. û G.Y.yê ku 18 salî biçûktir hatin binçavkirin. Du kesên fîrarî jî lêdigerin.

Gor îdîayan sedema bûyerê ji nakokiya temînkirin û kirêkirina karkeran e.

DEM Parti: Ev çendîn bûyer e ku tenê ji ber ku Kurd in rastî êriş û lînckirinê tên!

Parlamentorê Dem Partiyê Dilan Kunt Ayan jî diyar kir ku sedem  dijminatiya Kurdan e; ’’Ev çendîn bûyer e ku mirovên li du keda xwe ne tenê ji bo ku Kurd in rastî êriş û lînckirinê tên? Tu car jî faîlên van bûyeran ceza negirtin.

 Ev bûyer ne ‘mûnferit’ in êrişên polîtîk in û qesta canê Kurdan dikin. Em li cem karkerên ku rastî êrişî hatine disekinin û em li hemberê van êrişan in û bi doz û dadî jî ber xwe bidin.’’

Lêpirsîna bûyerê jî berdewam e.

Serokomar Erdogan: Piştgirî û baweriya me ya bo OVPyê tam e Serokomar Erdogan: Piştgirî û baweriya me ya bo OVPyê tam e

Çavkanî: T24