E R C Î Ş1AMED TIMES – Gor agahiyên ku hatine bidestxistin li ser rêya Wan-Erdîşê ya 60kmyê de qeza pêk hat. Navê ajovanan nediyar in lê otomobîla bi marqaya Hyundai Accent û plakaya wê jî 34 KEB 71 li otomobîla marqaya Chery ya plaka wê jî 65 ACJ 420 bû li hev qelibîn, li cihê bûyerê 2 kes jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin

Li ser agahiya xelkê; ambulans, cendirme, tîma Muradiyeyê ya Îtfaîyeyê û Tîma Xilaskirina Medikal ya Netewî(UMKE) çûn cihê bûyerê. Polîs û cendirme ji bo ku qezayên din çênebin ewlehiya rê girtin û birîndar jî bi ambulansê rakirin nexweşxaneyan. Trafîk jî ji şeritekê dewam kir. Termên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û otomobîlên wan ji cihê bûyerê hat rakirin.

Çavkanî: IHA