AMED TIMES-  Li navçeya Dihê ya bajarê Sêrtê, doh patpatek (wekî traktoreke biçûk e) qulibî.

Qezayê li gundê Salpanayê rû da, ajokarê patpatê Ahmet K. mir û Mehmet Saît D.yê ku li patpatê siwar bû jî birîndar bû. 

Piştî qezayê, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê. 

Tîmên tenduristiyê Mehmet Saît D. rakir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê û tedawiya wî berdewam dike

Çavkanî: AA