AMED TIMES- Li navçeya Sarqijê ya Sêwaza du otomobîl li hev qelibîn û di qezayê de 11 kes birîndar bûn.
Otomobîla Î.I. diajot û otomobîla S.B. diajot li ser rêya Sêwaz û Qeyseriyê li hev qelibîn.
Di qezaya trafîkê de 11 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Neweşxaneya Dewletê ya Sarqijê.
Çavkanî: AA