AMEDTIMES- Qaymeqamê Dûkanê da zanîn ku êriş bi rêya dronê hatiye kirin û li gorî agahiyên destpêkê 3 kuştî hene.

Serokomar Erdogan: Piştgirî û baweriya me ya bo OVPyê tam e Serokomar Erdogan: Piştgirî û baweriya me ya bo OVPyê tam e

Li gorî agahiyan êrişê îro piştî nîvro rû daye.

Birêvebirê Nahiyeya Xelekanê Kameran Abdula  da zanîn ku di otomobîlê de 3 kes hebûn û her sêyan canê xwe ji dest daye. 

Kameran Abdula diyar kir ku laşên wan bi temamî şewitîne û nayên naskirin.

Her wiha êrişê li navbera gundê Mêrgepaşa û Xelekanê rû daye.

Şahidekî dîmenên bûyerê  şandin û xuya dibe ku êgir girtiye otomobîlê û dûxan jê bilind dibe.

Heta niha nehatiye gotin bê dron a kê ye lê divê were îfadekirin ku Tirkiye demê dawiyê li Herêma Kurdistanê  û Bakurê Suriyeyê gelek êrişên bi dronan pêk tîne.

Çavkanî: Rûdaw