DEM Partiyê 1ê Îlonê li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê mîtînga 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî li dar xist. Piştî mîtîngê dema gel ji qadê belav dibû silogan bilind kirin û polîsan 12 kes desteser kirin. Piştî karên îfadewergirtinê ew 12 kes birin Dadgeha Anadoluyê ya li navçeya Kartalê. Dadgehê bi hinceta ku “wan propagandeya PKKyê kiriye” biryar da ku hemû werin girtin.

Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi vî awayî bertek nîşanî vê biryarê da:

“Şeva borî li Kadikoyê 12 hên me yên ciwan ên ku beşdarî çalakiya 1ê Îlonê bûbûn bi armanca girtinê şandin dadgehê.”

“Têkoşîna me ya Kurdistana azad nikare bê darizandin”

Meclisa Ciwanan diyar kir, “têkoşîna me ya ciwanan ew tirsandine” û got ku ew govend û pankartan dikin hincet û li pey çû:

“Bila hêzên ewlehiyê û dadgehên faşîzmê baş zanibin ku têkoşîna me ya sosyalîzmê û Kurdistana azad ku tekane rêya aştiyeke bi rûmet e, nikare li dadgehên faşîzmê de bê darizandin.

Der barê bûyera kuştina Narîn Guranê da ji bo 9 gumanbaran daxwaza girtinê Der barê bûyera kuştina Narîn Guranê da ji bo 9 gumanbaran daxwaza girtinê

Bila hên me demildest bên berdan.”

Çavkanî: Rûdaw