AMEDTIMES- Di bernameyeke televîzyonê de hatibû îdiakirin ku li Tirkiyeyê 7 milyon welatiyên Sûriyeyê û bi tevahî jî 13 milyon biyanî hene.

Serokatoya Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ev îdia red kir.

Îdareya Koçê got ku amarên biyaniyên li Tirkiyeyê her hefte li ser rûpela xwe bi awayekî şefaf diweşînin û îdiaya “13 milyon biyanî” ne rast e.

“4 milyon û 425 hezar û 230 biyanî hene”

Di daxuyaniyê de li ser hejmara biyaniyan ev agahî hatin dayîn:

“Li welatê me îro 3 milyon û 99 hezar û 524 Sûriyeyiyên di bin parastinê de hene.

Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin

Her wiha 221 hezar û 353 biyaniyên di bin parastina navneteweyî de û milyonek û 104 hezar û 353 biyaniyên ku mafê rûniştinê wergirtiye hene ku bi tevahî dike 4 milyon û 425 hezar û 230 biyanî.”

Çavkanî: Rûdaw