AMED TIMES- Li Wan, Erzirom, Erdexan, Qers û Mûşê berf barî.

Di vê demsalê de li navçeya Qamûşanê ya Qersê li navenda bajêr baran û li deverên bilind berf barî û çiya bi berfê spî bûn.

Li Erziromê jî li navenda kaşûnê ya Palandokenê berf bariya û mij û mûranê xwe bi ser çiyan de berda.

Herwiha li navçeya Elbakê ya Wanê jî li deverên bilind berf barî û pileyên germê daketin.

Di heman demê de li Erdexanê jî li deverên bilind berf barî.

Şofêrên di rê de bûn li hinek cihan ji ber barîna berfê asê man.

Li Mûşê berfeke zêde barî 

Li Mûşê jî li hinek gundên dikevin deverên bilind ên wê bajerê, berfeke zêde barî.

Ji ber barîna berfê bi awayî demkî rê hatin girtin.

Herwiha mînîbusa ku 6 welatî tê de bûn di rê de asê ma.

Piştî demekê rê hat vekirin û mînîbusê xwe gihand Mûşê.

Çavkanî: AA