AMED TIMES- Li Wanê meş, xwepêşandan û civînên li derve 4 rojan qedexe ne.

Walitiya Wanê ragihand ku li bajêr hemû meş, xwepêşandan û civînên li derve maweyê 4 rojan hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya walitiyê, qedexeyê îro dest pê kiriye û wê heta 19ê Gulanê saet 23:59an berdewam bike.

Hat ragihandin, tenê wê çalakiyên ku qaymeqamtî û walitî destûrê didin serbest bin.

Çavkanî: NAVENDA NÛÇEYAN YA AMED TIMESÊ