AMED TIMES-  Li Wanê qedexeyeke nû hat ragihandin.

Li Wanê hemû cure xwepêşandan; meş, civîn, civînên medyayê, çalakiyên rûniştinê û vegirtina konan 6 rojan qedexe ne. 

Li bakurê welat bi salan e bi hincetên cuda qedexe tên ragihandin. Vê carê jî li bajarê Wanê qedexeyeke nû hat belavkirin. 

Hemû cure xwepêşandan 

Walîtiya Wanê ragihand ku hemû cure xwepêşandan, meş, çalakiyên rûniştinê, daxuyaniyên medyayê, vedana konan û standan û çalakiyên din ji 10ê Gulanê heta 15ê Gulanê qedexe ne. 

Çavkanî: Navenda Nûçeyan ya Amed Timesê