AMED TIMES - Piştî ku li ser medya civakî wêne û vîdoyên êriş û destwerdana li ser hişyariyên hatinçûyînê yên Kurdî hatine kirin, hatin belav kirin; Şaredariya Mezin a Wanê daxuyaniyekî belav kir.

Di daxuyaniya şaredariyêde agahiyên wiha hatin ragihandin: 

"Tabelaya hişyariya hatûnçûnê ya kurdî ya "pêşî peya" ya ku ji aliyê  Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser rêyan li gelek deverên bajêr hatibûn nivîsandin armanc hatin girtin û li ser wan nivîsa "Tirkiye Tirk e, Wê Tirkî Bimîne" hat nivîsandin. Ev êrîş ji aliyê gel ve rastî bertekeke mezin hat. Şaredariya Bajarê Mezin, têkildarî êrîşê daxuyaniyek da û diyar kir ku bi vî rengî rê li ber xebatên pirzimanî yên şaredariyê nayê girtin. Di daxuyaniyê de bang li saziyên pêwendîdar û bi taybet saziyên dadwerî hat kirin ku li dijî kesên ku ev êrîş pêk anîne bikevin nava tevgerê."

Li Midyadê otomobîla ku agir pê ket hat vemirandin Li Midyadê otomobîla ku agir pê ket hat vemirandin

Whatsapp Image 2024 07 26 At 14.35.42

Çavkanî: Navenda Nûçeyan