AMED TIMES- Di dengdayîna tûra 37em de Omer Kerkez 193 deng, Mehmet Akarca jî 103 deng bi dest xist.

Ji ber dema wezîfeya 4 salan a Mehmet Akarca bidawî bû di 25ê Adarê de ji bo serokatiya nû hilbijartin hat kirin. Hilbijartin îro bi dawî bû.

Di 36 tûrên destpêkê yên dengdanê de ti namzetan ji dengên 348 endaman herî kêm 175 deng nestand. Ji bo serokê nû bê hilbijartin divê ji 348 dengan herî kêm 175an bidest bixe.

Di tûra 37em de Serokê 3yemîn Daîreya Hiqûqê Omer Kerkez 193 deng bi dest xist û bû serokê nû yê Dadgeha Bilind.

Her weha Serokê Dadgeha Bilind Akarca jî 103 deng bi dest xist. Di hilbijartinê de 324 deng hatin tomarkirin û 20 deng betal bûn, 8 deng jî vala hatibû bikaranîn.

Çavkanî: BIANET KURDÎ