AMED TIMES -Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel got, “Di demeke gelekî nêzîk de ez dê herim Şamê. Meha Tîrmehê ez dê bi rêya Libnanê herim Şamê û bi Esed re rûnim."

Ozel diyar kir ku ew dê tîrmehê tevî şandeyekê here Şama paytexta Sûriyeyê û bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed re bicive.

Ozgur Ozel bûyerên li Qeyseriyê jî bi bîr anîn û got:“Di demeke gelekî nêzîk de ez dê tevî şandeyekê herim Şamê. Ez dê meha tîrmehê bi rêya Libnanê herim. Ez dê gelekî hewl bidim ku Tirkiye û Esed li hev rûnin û vê meseleyê (mijara koçberan) çareser bikin.

Di vê mijarê de kampanyaya herî mezin em dê bikin tenê bila her kes xwediyê wê vîne be ku em ji mijara penaberan rizgar bibin.

Divê ev mijar were çareserkirin da ku bûyerên wekî yên li Qeyseriyê ducare nebin.”

Li Qeyseriyê çi bûbû?

Li parêzgeha Qeyseriyê kesekî ji Sûriyeyê destdirêjî li zarokeke 5 salî ya Sûriyeyî kir.

Piştî ku bûyer hat bihîstin, gelek kes kom bûn. Girseyê xanî, dikan û otomobîlên Sûriyeyiyan şewitandin.

Li hêla din, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser asayîkirina pêwendiyan peyaman didin.

Çavkanî: Rûdaw