AMED- Li  Amedê bi biryara parezgeriyê qedexeya li bajêr derket 7 rojan.

Bi biryara Parezgeriya Amedê qedexeya ‘lidarxistina çalakîyan’ ya li bajêr derketiye 7 rojan.

Piştî ku biryara Wezareta Navxweyî ya Tirkîyeyê Hevşaredarê Colemêrgê Siddikk Akiş ji kar hate girtin û li şûna wî Waliyê Colemêrgê Alî Çelîk wekî qeyûm hate tayînkirin li Amedê jî lidarxistina çalakiyan 4 rojan hatibû qedexekirin. Parezgeriyê wê qedexeyê 3 rojê din jî dirêj kir û derxist 7 rojan.

Qedexe ya li bajêr dê ji 3ê Hezîranê heta 10ê Hezîranê dewam bike.