AMEDTIMES- Di van demên dawî de li Tirkiyeyê êrişên nijadperest ên ku li hemberî penaberan bû sedema şikestin û tirseke mezin.

Li gorî amaran, hejmara penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê dijîn, di nav 7 salên dawî de gihîştiye asta herî nizm.

Li gorî mafnasan, ji ber zor û zextan penaber li Tirkiyeyê di bin gefên êrişên nijadperest de dijîn.

Li aliyê din, piştî êrişên nijadperest û zêdebûna binpêkirinên mafan, komeleyên mafên mirovan jî zêdetir bi pirsgirêkên penaberan re eleqedar dibin.

Ji bo ku mafên penaberan biparêzin û binpêkirinên mafan rapor bikin, gelek saziyên mafên mirovan Tora Piştevaniya Koçber û Penaberan ava kir.

Penaberê Efrînî Mihemed Reşîdê 17 salî ji bo piştgiriya aboriyê bide malbata xwe li ser rê û kolanên Fatiha Stenbolê avê difiroşe.

Bi gotina Mihemed ji ber ku ew penaberekî Kurd e, gelek caran ji aliyê zabitayan ve rastî zor û zextan tê, heta carinan ew rastî gotinên nijadperestiyê jî tê.

"Dibêjin hûn Kurd in û li min dixin"

Penaberê Efrînî Mihemed Reşîd got:

"Ez Mihemed im, ji Efrînê me. Ev 8 sal in ez bi malbata xwe re li Stenbolê me. Ya rast gelekî me aciz dikin. Zabita tên me digirin, ava me ji me distînin. Dibêjin, ‘hûn  Kurd in’ bi ser me de diqîrin. Ji min dipirsin tu ji ku yî, ez dibêjim ji Efrînê me û li min dixin. Ma Kurd û Tirk ne bira ne?!"

30ê Hezîranê bûyer û êrişên nijadperestiyê yên li bajarê Kayseriyê ji bo penaberên Sûriyeyî bû şikestin û tirseke mezin.

Penaberên ji Sûriyeyê ji neçariyê Tirkiyeyê diterikînin

Piştî êrişên li Kayseriyê û li bajarên din hejmareke penaberên ji Sûriyeyê ji neçariyê Tirkiye terikand.

Penaber ji ber tirsa êriş û vegerandina ji bo Sûriyeyê zêdetir bi baldarî tevdigerin û zêde naxwazin di nav civakê de xuya bibin.

"Gelek cîranên me vegeriyan Sûriyeyê"

Penaberê Qamişloyî Xelîl jî wiha anî ziman:

"Gelek ji cînarên me yên li vir vegeriyane Sûriyeyê. Eger tiştek bi serê (penaberên Sûriyeyî) wan were em jî dê bikevin berê. Lewra me jî ji Sûriyeyê dihesibînin."

Penaberê ji Şamê Xidir diyar kir, "Bi giştî dema ku tu mirovekî baş û durist bî, kes te aciz nake. Ez piştrast im ji vê yekê."

Penabera ji Şamê Delalê jî got:

"Ez ji Sûriyeyê me. Ez 4 sal in li vir im. Em ji aloziyan dûr in, li taxa me ev tişt çênabin, Elhemdullîlah rewş aram bû."

"Ew welatê me ye, em dê vegerin"

Penaberê ji Şamê Mihemed el-Xeyl jî got:

"Ew welatê me ye, em dê vegerin Înşallah. Dema ku rewşa giştî û rewşa aborî baş bibe, em dê vegerin. Kes bêyî welatê xwe nabe."

Li aliyê din, saziyên mafên mirovan piştî bûyerên Kayseriyê biryar da ku Tora Piştevaniya Koçber û Penaberan ava bikin.

Tora Penaberan ku nêzîkî 40 sazî, komele, rêxistin û partiyên siyasî di nav de ne li Komeleya ÎHDyê bi deklarasyonekê damezrandina xwe ragihand.

"Em dixwazin pirsa penaberan li ser bingeha mafên mirovan bê nîqaşkirin”

Endama Sekreteryaya Tora Penaberan Gulseren Yoleriyê got:

"Yek ji armancên sereke ya tora me ew e ku, em karibin li hemberî neheqiyên li penaberan tên kirin demildest helwest nîşan bidin.

Em dixwazin pirsa penaberan li ser bingeha mafên mirovan were nîqaşkirin.

Loma em dê heta dawiya salê hin bernameyan çêkin."

Li gorî amarên Serokatiya Îdareya Koçberan, ji 22yê Tebaxê ve li Tirkiyeyê 3 milyon û 97 hezar û 660 penaberên Sûriyeyê dijîn.

Tenê ji Kayseriyê 3 hezar Sûriyeyiyan koç kiriye

Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin

Hejmara penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê dijîn, di nav 7 salên dawî de gihiştiye asta herî nizm.

Piştî êrişên Kayseriyê, di nav 2 mehên dawî de derdora 16 hezar penaberan Tirkiye terikandiye.

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), piştî êrişan 3 hezar Sûriyeyî jî ji mecbûrî ji Kayseriyê koç kiriye.

Li gorî mafnasan, ji ber zor û zextan penaber li Tirkiyeyê di bin talûkeya êrişên nîjadperestiyê de dijîn.

Çavkanî: Rûdaw