AMEDTIMES- Abdullah Sayış hesinkarê ji Gercuşê ew 64 sal in hesinkarî dike, Sayış di 10 saliya xwe de dest bi kar kiriye û dibêje ku ew yek ji hosteyên dawî yê hesinkarî ye.

Sayış digot ku heta emre wî bi dawî be ew ê kare xwe dewam bike.

Cîhanê meha tebaxê ya herî germ a dîrokê bi rê kir Cîhanê meha tebaxê ya herî germ a dîrokê bi rê kir

Sayış got ku: ‘’Pîşeya me êdî ber sekeratê ye, teknolojî her ku pêş dikeve pîşeya me jî ber bi mirinê ve diçe. Ez hê 10 salî bûm, min dest bi kar kir. Her kes dizane ku karê hesinkarî hêza dest û piyan dixwaze, karekî bi zehmet e. Berê me tewşo, das, tirpan û bivir çêdikir lê naha teknolojî pêş ve diçe pîşeya me jî hember wê têk diçe. Birina daran jî êdî bi motorê dibe. Berê me di mehekê de hezar das çêdikirin lê naha qet çênakin. Ew 2 sal in min 20 heb das çêkirine hê werê disekinin, kes wan nakirin. Min bi vî karî 9 heb zarok mezin kirin, debara min pîşeya min e. Heta ku ji min bê ez ê pîşeya xwe berD E M I R1dewam bikim.’’

Çavkanî: IHA