AMED TIMES - Piştî ku Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye di 31ê Tîrmehê de, berdestî sibehê li Tehran a paytextê Îranê hat kuştin; Hemasê Yehya Şînwar wek serokê nû hilbijart. 

Îran û Hemas dibêjin ku Îsraîlê Heniye kuştiye, lê Îsraîlê heta niha wê îdîayê qebûl nekirî ye.

Îsmaîl Heniye, di 6ê Gulana 2017an de, li şûna Xalid Meşal bûbû Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê.

Hemasê li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku li şûna Îsmaîl Heniye, berpirsê Xezeyê yê Hemasê Yehya Şînwar wek serokê nû yê Hemasê hatiye hilbijartin.

Yehya Sinwar kî ye?

Yehya Sinwar di sala 1962an de, li bajarê Xan Yûnûs a ku li başûrê Xezeyê ye hatiye dinê.

Piştî ku lîseyê li bajarê ku jidayîkbûye xilas dike, li Zanîngeha Îslamî ya Xezayê xwedina xwe didomîn e. 5 salan bi awayekî aktîf di meclîsa xwendekaran a zanîngehê de cih digire.

Yehya Sînwar ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Ehmed Yasîn ku yek ji damezrînerên rêxistina Hamasê ye tê nasîn, di dawiya salên 80an de, di avakirina yekemîn baskê çekdarî yê tevgera Hemasê de cih girt û gelek fermanên Şêx Yasîn bi cih anî.

Di damezrandina yekem desteya asayîşa tevgera Hemasê ya bi navê “Mejd” tê naskirinde, cîh digire û yekem berpirsê yekîneya ewlehiyê bû di nav wê rêxisitinê de.

Sinwar dosyayên ewlehiyê yên taybet ên tevgerê çêkir û bi întîfada yekem re kordînasyona sereke ya tevgerê ku wê demê bi navê Mucahidînên Filistînî dihat nasîn, peyda kir.

Li Midyadê otomobîla ku agir pê ket hat vemirandin Li Midyadê otomobîla ku agir pê ket hat vemirandin

Sînwar ku bi kesayeta xwe ya tund û nêzîkatiya ewlehiyê dihat naskirin, dem bi dem bi gelek pêşengên tevgerê re jî pirsgirêk derdiketin.

Sinwar ku cara yekem di sala 1982yan de ket girtîgehê, di sala 1988an de cara duyemîn hate girtin û 22 sal di zindanên Îsraîlê de ma.

Ew yek ji wan 1027 girtiyên Filistînî bû ku di dema bihevguhertina dîlan de li hemberî berdana leşkerê Îsraîlî Gilad Şalit di sala 2011 de hat berdan.

Di sala 2017an de wekî serokê rêvebiriya Hamasê ya Xezeyê hatibû hilbijartin.

Piştî ku Heniye hat kuştin bû serokê Hamasê.

Çavkanî: NAVENDA NÛÇEYAN