AMED TIMES- Li Çiyayê Nemrûdê yê li navçeya Kolikê ya Semsûrê piştî hatina biharê û helîna berfê demsala geştiyariyê dest pê kir.
Çûnûhatina geştyarên biyanî û cihî gelekî zêde bûye.
Li Çiyayê Nemrûdê yê di Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê de ji ber zivistan û barîna berfê her sal demeke diyar çûnûhatina geştyaran tê rawestandin.
Piştî ku berf heliya û keşûhewa baş bû geştên ser Çiyayê Nemrûdê careke din dest pê kir.
Salane bi hezaran geştyarên cihî û biyanî ji bo dîtina peykerên li Çiyayê Nemrûdê û temaşekirina hilatin û avabûna rojê berê xwe didin Kolikê.
Serokê Komeleya Çand û Geştyariyê ya Kolikê Îrfan Çetînkaya bang li geştyarên Başûrê Kurdistanê kir ku werin Kolikê û Çiyayê Nemrûdê.
“Werin bibin mêvanên me”
Serokê Komeleya Çand û Geştyariyê ya Kolikê Îrfan Çetînkaya got:
“Em li bajarê Kolikê bajarê Antîokusê ne. Silav ji we re ji vir heta bi Hewlêrê.
Werin bibin mêvanên me. Ev der welatê Komageneyê ye, li dinyayê avabûn û hilatina herî xweş a rojê li vê derê ye.
Em dixwazin hûn werin bibin mêvanên me.”