Pênaseya gemarî û qirêjî wekî xistina maddeyên zerardar di nav jîngehê de tê pênasekirin .
Gemariya jîngeha xwezayî dibe sedema gelek nexweșiyên giran bo zarokan.
Av yek ji çavkaniyên xwezayî yên bingehîn e ku li vî erdê em ser wî dijîn. Zêdetirî ji 70% rûyê erdê bi av e. Digel ku rêjeyek mezin av hebe jî, mirov tenê dikarin ji %0,3ê avê vexwin. Her çend beşeke mezin ji rûyê erdê û laşê me av be jî, mirov bi berdewamî çavkaniyên avê yên cuda qirêj dikin.
Gelek faktorên ku dibe sedema gemarîya jîngeha xwezayî: germahiya zêde, kêmkirina çavkaniyên oksîjenê, șewitandina daristanan, jehrkirina dar û șînahîyan, tûnekirina daristanan û avakirina xanî û fabrîqeyan e.
Nexweşiyên girêdayî bi vexwarina ava nepaqij mîna; îshal, dîzenterî, kolera, tîfo û hê rewşên girantir peyda dike heta diçe mirinê.
Li gor agahîya rêxistina tendurustiyê ya cîhanê salê 4 milyon kes ji qirêjiya jîngehên xwezayî dimirin .
Ev qirêjiya jîngehan dibe ku bi rîya xwezayî çêbibe , weke volkanan û erdhêjan, an jî dibe ku ew ji çalakiyên curbicur yên mirovî çêdibe, mîna bombeyên kîmyawî û biyolojîk, çop, eksozên kargeh û otomobîlan, an jî ji şewitandina komirê ji bo hilbêrîna elektrîkê û an jî xebitandina jeneratoran ku li heremên elektrîk tûnebin, û belavkirina dumanê ango her tiştê ku dikare bikeve nav avê û hewayê û zerarê digihîne jîngehê.
Bandora gemariyê li ser tendurîstiya zarokan:
Xeterek pir giran e ser jiyana wan.
Mixabin mirov vê gemariyê çi bi hemdî çi bê hemdî çêdikin.
Gemara hewayê dema ku bi maddeyên jehrî re têkel dibe.
1-Qirêjkirina ezman û hewayê:
Gemara hewayê, çi berî çêbûna û çi jî piştî çêbûna zarokan, pir bandorê li pişika wan dike û bandora wê jî wiha ye:
Hewaya qirêj bandoreke mezin li ser pişika zarok û pitikan dike û sedema vê yekê jî ew e ku pişikên wan di dema geşedanê de ye. Gemariya hewayê bandorê li geşedana asayî ya pişikên zarokan ku di malzarokê de ne dest pê dike heta ew zarok nêzî dawiya xortaniyê dibin dewam dike.
Yek ji wan nexweșîyan astim e, bronşit e, alerjî û pneumonia ne.
Gelek bandorê li ser dil, damarên xwînê, meĵiyê, û aliye din ve jî ser kezeba reș û gurçikan dike.
Gelek caran dibe sedema nexweșiyên pençeşêrê.
Carînan dibe sedema nexweșîyên psikolojîk weke depresyonê.
Gemariya hewayê zarokên ku astima wan hebe dibe sedema zêdebûn, harbûn û nobetên astimê.
2-Qirêjkirina avê
Gemariya avê gava maddeyên jehrî dikevin nav avê.
Av di jiyana mirov, heywan û nebatan de xwedî girîngiyek mezin e. û qirêjiya avê bi taybetî di zarokên biçûk de dibe sedema gelek pirsgirêkan, parazîtên ku ji ber ava qirêj di zarokan de dibin sebeba iltihaba rûviyan, îshalê, zuhabûna lașê zarokan, kêm xwarin, zeyîfkirin (malnutrition).
Nexweşiyên girêdayî bi vexwarina ava gemarî an nepaqij mîna îshal, kolera, taya tîfoyê, schistosomiasis dîzenterî, giyardia, hepatit A, E, poliomyelit û hê rewşên girantir ku dibe sedema mirina zarokan.
Dema ku mirov masiyan dixwin pêre metalên giran jî dikarin bixwin. Bi demê re, metalên biyolojîk kom dibin, û dibin sedema zirardîtîna organan, û di fonksiyonên laş ên girîng de astengî derdikevin.
Nîtratên di ava vexwarinê de dibe sedema methemoglobinemiyê, ku laş mîqdarek zêde methemoglobînemî (rengek hemoglobînê) verbigre nikare oksijenê bistîne.
Xirabûna diranan jî ji ber kêmasiya florê ya di ava gemarî de ye.
Kêmkirina îyodê di avê de dibe sedema guatirê
Nexweşiyên ku ji qirêjiya avê derdikevin ev in:
1. Şîgeloz: Ew nexweşiyekê bakteriyel ye ku ji hêla bakteriya Shigella ve tê çêkirin û bandorê li pergala dehandinê ya mirov dike, zirarê dide diwarê rûvî, û dibe sedema îshalek avî an xwînî, êşa zikê, vereşîn û gêjbûnê.
2.Kolêra: Bakteriyên kolerayê (Vibrio cholerae) ji vê nexweşiyê berpirsiyar in, ji ber ku di pergala dehandinê de toksîn çêdike û dibe sedema gêjbûn, vereşîn û îshalek avî ku dibe sedema kêmbûna avê û zuhabûna laşe zarokan û têkçûna gurçikan.
3.Hepatît: Hepatît nexweşiyeke viral e, nîşaneyên wê; rengê çerm zer dibe, westandin, nerehetî û germahiya zêde ye, ger demek dirêj berdewam bike fulminant hepatit çedibe û dibe ku bibe kujer û bibe sedema mirinê.
4. Ensefalît: Ensefalît bi gelemperî bi gezkirina mêşên nexweş ve tê veguheztin û an jî dibe ku mêş hêkên xwe di nav ava qirêj de bihêle û ew av bê vexwarin.
Dibe ku li gelek kesan nîşanên wan tûnebin, lê heke xuya bibin, ew serêş, taya bilind, hişkbûna masûlkan, koma, û bi felcê derdikevê holê
5. Gastroenteritis: Gelek vîrusên cîda nexweșiyê çêdikin wek Norovirus , ku nîşanên wê vereşîn, serêş û ta, û bi gelemperî yek-du rojên piştî enfeksiyonê xuya dibin.
Nexweşî dikare di nav pitikan, zarokên piçûk û mirovên astengdar de giran be.
6. Amîb: Dema ku ava qirêj tê daqurtandin çêdibe û nîşaneyên wê jî ev in: ta, serma û îshala avî.
7. Enfeksiyona Giardia: Ew ji hêla parazîtek bi navê Giardia lamblia ve çêdibe, ku di avê de dijî û şaneyên rovî dişewitîne û dibe sedema lerizandin , gaza zêde, îshalek avî û kêmbûna kîloyan.
8. Nexweşiyên din; Kesên ku ava bi madeyên kîmyayî vexwe, dibe ku bi van nexweşiyên jêrîn re rûbirû bimîne:
Guhertina fonksiyona mêjî.
Zerara pergala parastinê û hilberînê.
Nexweşiyên gurçik, dil û damarên xwînê.
Pençeșêr
Dibe sedema enfeksiyonên pergala hilmijê û çavan û pirzik li ser çerm.
Rêyên ku ava qirêj bandorê li tenduristiya mirovan dike
Piştî ku hûn li ser nexweşiyên ku ji qirêjiya avê derdikevin fêr bûn, li vir awayên ku ava qirêj bandorê li tenduristiya we dike ev in:
1. Avayê rasterast
Bi vexwarina ava nepaqijkirî an serşuştina di çavkaniyek ava qirêj a mîna golan.
2. Avayê nerasterast
Bi xwarina șînahîyê bi ava qirêj têne avdan, û xwarina masî an heywanên din ên ku di ava qirêj de dijîn.
Rêyên çareserkirina pirsgirêka qirêjiya avê çi ne:
Ava kanalîzasyonê neherikînin nav avê, ku dibe sedema pîsbûna ava derya û çeman, û ji bo paqijkirina wê berî ku bigihîje avên din divê were paqijkirin û ji nû ve ji bo avdana ax û zeviyan bi kar bînin.
Di kargehên nûjen de bikaranîna amurên dijî qirêjiyê yek ji çareyên paqijiya avê ye.
Avakirina santralên paqijkirin û paqijkirina avê yek ji çareseriya pirsgirêkan e.
Kêmkirina bikaranîna dermanên ku zirarê didin jîngehê û her wiha dibin sedema qirêjiya axê.
Nivîskar: Dr.Şirin Aslan