AMEDTIMES- Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha îro fermaneke nivîskî şand ji saziyên fermî yên bajêr re.

Der barê bûyera kuştina Narîn Guranê da ji bo 9 gumanbaran daxwaza girtinê Der barê bûyera kuştina Narîn Guranê da ji bo 9 gumanbaran daxwaza girtinê

Rêbiwar Taha di fermana xwe de ji saziyên pêwendîdar dixwaze ku Tirkmenî û Suryanî jî li gel Kurdî û Erebî di nivîsên fermî de hebin.

Parêzgarê Kerkûkê diyar kir ku ev biryar ji bo nîşandan biratî û pirrengiya Kerkûkê hatiye standin.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê şeva 10ê Tebaxê li Bexdayê li Otela Rêşîdê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya.

Di vê civînê de Endamê YNKyê Rêbiwar Taha bû parêzgarê nû yê Kerkûkê û endamê Koalîsyona Ereban (Siyade) Mihemed Hafiz jî bû Serokê Meclisa Bajêr.

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd 13ê Tebaxê mazbataya Parêzgarê Kerkûkê da Rêbiwar Taha.

Rêbiwar Taha îro 14ê Tebaxê li Dadgeha Kerkûkê sonda yasayî xwar û dest bi karê xwe kir.

Rêbiwar Taha di  de gotibû “Nasnameya me ya hevpar ‘Kerkûkî’ ye.”

Çavkanî: Rûdaw