Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya projeyên şaredariya civakî de, ji bo çareserkirina pirsgirêka rûniştinê ya xwendekarên keç ên ji derveyî parêzgehê ji bo perwerdeya zanîngehê tên, çalakî li dar xist.

 391 kapasîteya nivînan

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî wargeha keçan a bi kapasîteya 136 ode û 391 nivînan ku di sala 2016an de ji aliyê Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli ve hatibû vekirin û kalîteya wê ji aliyê qeyûman ve hat guhertin, ji nû ve vedike. 

 Wargeha Keçan ku ji qata jêrzemîn û 8 qatan pêk tê, salona xwarinê, pirtûkxane, jûreya kompîturê, kantîn, jûreya xwendinê, odeyên utîkirinê, cilşûştinê, jûreya mêvanan, metbex, nexweşxane, jûreya çavdêriyê, ofîsên îdarî, ofîsên karmendan, terzî, depoya metbexê, paqijî dê jûreyek, stargeh û teras jî lê hebe.

 Ew ê di sala xwendinê ya 2024-2025 de dest bi xizmeta xwe bike.

Bi taybetî zarokên ji malbatên kêmdahat dê ji wargeha ku li gorî hewcedariyên xwendekaran hatiye çêkirin sûdê wergirin.  Wargeh wê di sala perwerdehiyê ya 2024-2025an de xizmetê bide xwendekaran.

 Serlêdanên serhêl dest pê kirin 

Serlêdanên ji bo wargeha ku dê li Yenîşehîr Mahallesi Yıldız Sokak Hejmara 2345 xizmetê bike ev in;  Bi rêya lînka https://yurt.diyarbakir.bel.tr/ li ser înternetê dikare bê kirin. 

 Mêvanxaneya Nexweş û Xizmên Nexweşan dê li cîhê xwe yê nû xizmetê bike

Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin

Ji bo nexweş û xizmên wan ên ku niha li avahiya ku ji nû ve veguherandine wargeha keçan a Şaredariya Bajarê Mezin, di avahiyeke din de dê xizmet bê dayîn.  Dema ku cihê ku ji bo Mêvanxaneya Nexweş û Xizmên Nexweşan tê veqetandin amade be dê nexweş û xizmên wan bi awayekî ku zirarê nede wan bên veguhestin.

Çavkanî: Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê