AMEDTIMES- Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Taxa Hunerê ya li navenda bajêr Xwaringeha Gel vekir.

Şaredariyê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyand, wan ev xwaringeh vekiriye da ku “xwarineke erzan, tendurist, ewle û biçêj” bidin xelkê.

Federasyona Komeleyên Jinan li ser kuştina jinan raporek belav kir Federasyona Komeleyên Jinan li ser kuştina jinan raporek belav kir

Xwaringeha Gel dê xeyn ji yekşemê her roj ji saet 12:00an heta saet 17:00an vekirî be û dê 4 cure xwarin bi 70 lîreyî bin.

Tê hêvîkirin ku bi taybetî kesên destteng sûdê ji vê xwaringehê bibînin û dê rojane hezar kes karibe xwarinê lê bixwe.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya û xelk beşdarî merasîma vekirina xwaringehê bûn.

Beriyê niha jî şaredariyên Êlih û Sêrtê yên DEM Partiyê xwaringehên gel vekiribûn.

Çavkanî: Rûdaw