Kompanya Veguhestin, Pîşesazî û Bazirganiyê ya Belvanê ya ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve ragihand, dê ji beşên cuda 15 mamosteyan wergire.

Ligel welatîbûna Tirkiyeyê, temamkirin an bipaşxistina erka leşkeriya neçarî, niştecîbûna li Wanê û temamkirina zanîngeheke 4 salî ya lîsansê ji beşên Felsefe, Matematîk, Fizîk, Biyolojî û Mamostetiya Polê yek ji şertên wergirtina 15 mamosteyan temamkirina Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ye.

Serokomar Erdogan: Piştgirî û baweriya me ya bo OVPyê tam e Serokomar Erdogan: Piştgirî û baweriya me ya bo OVPyê tam e

Serlêdanan 14ê Tebaxa 2024an dest pê kirin û kesên dixwazin serî lê bidin divê serdana navenda Kompanyaya Veguhestin, Pîşesazî û Bazirganiyê ya Belvanê bikin û rûbirû dosyeya xwe pêşkêş bikin.

Çavkanî: Rûdaw