AMED - Şaredariyê Qoserê ragihandiye ku dê pirtûkên Kurdî wekî diyarî bide xwendekarên polên 5,6,7 û 8an ên bajêr.

Şaredariyê ji ser hesabê xwe yê Xê ragihandiye zarokên ku karneya xwe bînin dê wekî diyarî kitêbên Kurdî û Tirkî bide wan.  

Yekî ji dildarên kampanyaya şaredariyê zanîn ku wan bi akademîsyenên Enstîtûya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê re lîsteya pirtûkên Kurdî yên zarokan amade kiriye. Li gorî zanyariyan pirtûkên xwendekaran hazir in . Piştî Cejna Qurbanê zarok dikarin tevî karneyên xwe serî li şaredariyê bidin û pirtûkan ji şaredariyê bistînin.

14ê Hezîranê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serdema xwendinê bi dawî dibe û xwendekar dê karneyên xwe bistînin.

Çavkanî: Rûdaw