AMEDTIMES- Balafira ku Sîsî û heyeta pê ra anî Enqereyê gihîşt Balafirgeha Esenbogayê. Di merasima pêşwaziyê da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn û rayedarên din jî ligel Serokomar Erdogan hatin.

Tîma Futbolê ya Jinan a Hakkarigucuyê bi kadroya xwe ya nû xwe ji bo lîgê amade dike Tîma Futbolê ya Jinan a Hakkarigucuyê bi kadroya xwe ya nû xwe ji bo lîgê amade dike

Erdogan û Sîsî demekê li Salona Rûmetê ya Balafirgeha Esenbogayê hatin cem hev û paşê bi heman wesayîta fermî çûn Kuliyeya Serokomariyê. Erdogan û Sîsî piştî hevdîtina dualî wê beşdarî Civîna Konseya Hevkariya Stratejîk ya Asta Bilind bibin.

Bi beşdariya Erdogan û Sîsî merasima îmzekirinê ya peymanê û civîna hevpar a çapemeniyê wê bê lidarxistin. Serokomar Erdogan wê ji bo rûmeta Sîsî şîva fermî bide.

Çavkanî: AA