AMEDTIMES- Serokomar Erdogan ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî der barê Bernameya Maweya Navîn a 2025-2027an da daxuyanî da.

Li Efxanistanê rewşa jinebiyan çawa ye? Li Efxanistanê rewşa jinebiyan çawa ye?

Erdogan got ku "Ez hêvî dikim ku Bernameya Maweya Navîn (OVP) ya 2025-2027an a ku me îro eşkere kir ji bo aboriya Tirkiyeyê gelekî girîng e ji bo welat û gelê me bibe wesîleya xêrê" û ev gotin:

"Ji aliyekî va têkoşîna me ya dijî enflasyonê bi biryardarî dewam dike ji aliyê din va pêbawerî û piştgiriya me ya ji bo OVPya ku pêşaniyê dide veberhênan, hilberîn, îstixdam, îxracat û pêşketinê û dê çandinî, pîşesazî, teknolojiya bilind, turîzm û gelek sektorên cuda xurt bike tam e. Wek hikûmet ji bo ku em bigihêjin hedefên ku me di çarçoveya OVPyê da eşkere kirine, bi armanca temîn bikin ku gumrahiya welatiyên me zêde bibe û aboriya me ya xwe dispêre nifşên bê ku domdar be bênavber bixebitin."

Çavkanî: AA