AMED - Serjimêriya ezmûna giştî li Herêma Kurdistanê û Iraqê dê di yek demê de birêve biçe û 15 rojan berdewam dibe.
Biryare sibe 31.05.2024ê serjimêriya ezmûnî ya giştî li Herêma Kurdistanê û Iraqê di yek demê de birêve biçe û dê 15 rojan berdewam bibe.
Li gor zanyariyên BasNewsê ev serjimêriyên waha ji bo ceribandinê û wek xwe amadekirina ji bo encamdana serjimêriya li Herêma Kurdistanê û Iraqê ye, ku biryare dawiya meha 11ê ango mijdarê dê bê encamdan.
Çavkanî: Haber Merkezi