AMEDTIMES- Li bajarê ku germahiya hewayê ji 35 pileyan borî, nexasim nîvro welatî ji germê aciz dibin. Li navçeya Qulpê Navenda Terapiya Xwê ya ji şikeftên di hundirê Çiyayê Xwê de pêk tê jî bi taybetî havînan bi hênikahiya xwe ve însanan cezb dike.

Li Navenda Terapiya Xwê ya hemû serdemên salê 12 pile germ e, welatiyên xwe hênik dikin li vir bi malbatî wextê xwe derbas dikin. Şikeftan di 3 mehan de 60 hezar ziyaretvan ezimandin.

Li Efxanistanê rewşa jinebiyan çawa ye? Li Efxanistanê rewşa jinebiyan çawa ye?

Tugrul Arasê Rêvebirê Navenda Terapiya Xwê diyar kir, ji 2021ê ya sala vebûna wan û vir ve, wan qedera 300 hezarî geştiyar ezimandine.

Aras bal kişand ku di 3 mehên dawîn de wan 60 hezar geştiyar kirin mêvan û wiha dewam kir, "Hundir sabit 12 pile germ e, dema derva 40-45 pile germ be însan dikevin hundir û xwe hênik dikin."

Aras destnîşan kir ku ji xeynî nava welêt, ji dervayî welêt jî ji bo şikeftan eleqe heye û wiha dewam kir, "Bi piranî welatiyên me yên ji parêzgehên nêzîk û yên li dervayî welêt tên. Hinek kes jî ji Îran, Azerbeycan û Nexçiwanê ji bo tedawiyê tên vir. Dema tên vir, dibêjin îja şikefta xwê çi ye, gava dikevin hundir jî efsûnî dibin û wisa derdikevin."

Geştiyar Sumeyye Gençê jî diyar kir ku ew wek mêvan hat Îdirê û ew digel hên xwe hat dîtina şikeftan.

Çavkanî: AA