AMEDTIMES- Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Sirri Sakir rewşa li gelek nexweşxaneyan bi mînaka navçeya Panosê ya Agiriyê nîşan da.

Di vîdeoya ku Sakik belav kiriye de xuya dibe ku bi sedan nexweş ketine dorê û rêzeke dûvdirêj çêbûye.

“Hûn dê heta kengî ker û kor bin?”

Sirri Sakik bertek nîşanî vê rewşê da û got:

Li Efxanistanê rewşa jinebiyan çawa ye? Li Efxanistanê rewşa jinebiyan çawa ye?

“Niha, ev der Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê ye. Bi sedan nexweş, şewb û nexweşên bêçare yên rawestiyayî. Me gelek caran rewşa xerab a nexweşxaneyên Agirî û Panosê anî zimên. Karmendên tenduristiyê kêm in, mirovan di nav şertên xerab ên fizîkî de tevî halê xwe dihêlin. Hûn dê di vê rewşê de heta kengî ker û kor bin?”

Çavkanî: Rûdaw