AMED TIMES  - Bûyerê li navçeya Kozanê ya Edeneyê rû da. Li gorî nûçeya DHAyê, şivanê bi navê R.D. li ber pezê K.Î. dima lê şevekê 60 mêşinên wî birine û çûye.

Şivan 60 mêşinên K.Î. birine Hatayê û li wê derê firotine.

Piştî ku şivan û mih winda bûne xwediyê pez xeber daye cendirmeyan.

Cendirmeyan tesbît kiriye ku şivan li pavyonê dilê xwe xweş dike.

Li Efxanistanê rewşa jinebiyan çawa ye? Li Efxanistanê rewşa jinebiyan çawa ye?

Cendirmeyan bi ser pavyonê de girt û şivan desteser kir.

Şivan R.D. piştî ku îfadeya xwe da hat girtin.

Cendirmeyan jî mêşin radestî xwediyê wan kirin.

Çavkanî: DHA