AMED TIMES -Tarık Ziya Ekinci ku li Tirkiyeyê bû yek ji sembolên tevgera sosyalist û berxwedana mafê Kurdan, parlamentere berê yê TIPê, bijîşk, nivîskar, dîrokzan û sîyasetmedar berê  di 99 saliya xwe de wefat kir.

Cîhanê meha tebaxê ya herî germ a dîrokê bi rê kir Cîhanê meha tebaxê ya herî germ a dîrokê bi rê kir

Ekincî hilbijartinên di sala 1965an de bû parlamentorê Amedê ya TIPê û her wiha bû endamê bilind yê şareza ya Yekitiyên Bijîşkên Tirk(TTB).

Odeya Bijîşkan ya Stembolê peyama taziyeye parve kir û werê got;

‘’ Endamê me yê rêzdar Tarik Ziya Ekinci ku di sala 1949an de li Licê ya Amedê hatiye dinyayê, pisporê nexweşiyên hûndirîn, sîyasetmedar, nivîskar û parezgerê mafê mirovan mixabin wefat kir. 1965an de ji TIPê bû parlamentorê Amedê û berê wê jî li Odeya Bijîşkan ya Amed-Mêrdîn-Sêrtê serokê odeyê bû. Em bi agahiya wefata endamê xwe yê rêzdar xemgîn in û sersaxiyê ji bo malbat û hezkiriyên wî dixwazin.’’

Çavkanî: Navenda Nûçeyan