AMED TIMES- Termên Îbrahîm Reîsî û hevalên wî gihişte bajarê Qumê

Termên Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve Husên Emîr Ebdullahiyan û hevalên wan gihîştin bajarê Qumê.

Helîkoptera Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û şanda pê re roja 19ê Gulanê, danê êvarî li parêzgeha Tewrîzê ketibû xwarê. Piştî 18 demjimêran ji lêgerînê, helîkopter şikyayî hat dîtin û medyaya fermî ya Îranê jî ragihand, her 9 kesên di helîkopterê de bûn, canê xwe jidest dane, ku di nava wan de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Derve Husên Emîr Ebdullahiyan hene.

Termên Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve Huseyîn Amir Ebdullahiyan û kesên din ên ku di helîkopterê de canê xwe jidest dabûn, ji Tewrîzê hatin birêkirin û gihîştin Qumê.

Merasîma oxirkirinê bi rojan berdewam dike, ji Tewrîzê heta Qum, Bîrcend û Tehranê di nav bajarên Îranê re derbas dibe, ta digihe bajarê Meşhedê ku termên wan dê li wî bajarî bi xakê bêne spardin.

Rêberê Komara Îslamî Elî Xamineyî ji ber koça dawî ya Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve Husên Emir Ebdullahiyan û kesên pê re di bûyera ketina helîkopterê de, sersaxî xwest û li seranserî wî welatî 5 roj şîna giştî ragihand. Piştî vê bûyerê jî, wî Cîgirê Yekem ê Serokkomar Mihemed Moxbir erkdar kir ku kar û barên Serokomar bi rê ve bibe, da ku di karûbarên îdarî yên welêt de ti pirsgirêk dernekevin.

Li gorî madeya 131’a destûrê, Cîgirê Yekem ê Serokomar Mihemed Moxbir dê desthilata cîbicîkar birêve bibe. Di vî warî de divê di nava 50 rojên bê de, kar ji bo lidarxistina hilbijartinên serokomarê nû bê kirin.

Çavkanî: K24