AMED TIMES-  Saziya Amarên Fermî ya Tirkiyeyê TUÎK, rapora bi navê “Bi Amaran Malbat 2023” ragihand. Li gorî raporta TUÎKê, di sala 2023yan de ji aliyê mezinbûna malbatan ve Riha û Şirnex li pêşiya hemû bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê cihên xwe girtine. Her wiha li ser zewaca bi xizman re jî Riha, Sêrt û Mûş hatine destnîşankirin.

Li gorî amarên TUÎKê yên li ser malbatên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku li ser encamên Pergala Qeydkirina Serjimêriyê ya li Ser Navnîşanan hat weşandin, rêjeya malbatên ku di sala 2008an de 4 kes bûn, kêm bûye û di sala 2023yan de daketiye 3,14 kesan. Li gorî raportê, Şirnexa ku bi 4,86 ​​kesan hat tomarkirin, wekî bajarê ku herî zêde malbatên mezin û qelebalix lê dijîn hat diyarkirin. Rihaya ku di sala 2023yan de di nav parêzgehên ku hejmara malên navincî herî zêde lê hene de di rêza duyemîn de ye û wekî 4,67 hatiye diyarkirin. Di heman serdemê de Dîlok jî wekî bajarê ku herî zêde malbatên biçûk lê hene hat qeydkirin û rêjeya wê ji sedî 72,2 hat tomarkirin û piştî Dîlokê Diyarbekir ji sedî 71,7 û Riha ji sedî 71,6 hat tomarkirin. Di nav amaran de malbatên rêjeya wan a biçûkbûnê herî kêm e, bi rêjeya ji sedî 50, 8an wekî Gumuşhane hat diyarkirin. Di peyî Gumuşhaneyê re ji sedî 50,9 Dêrsim û ji sedî 54,1 Artvîn hat diyarkirin.

Li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê zewaca bi xizman re zêde ye

Di heman raportê de li ser zewaca bi xizman re jî amar hatin parvekirin. Li gorî raportê, di sala 2010an de ji sedî 5,9 zewacên fermî zewacên xizman bûne û ev rêje her ku çûye kêm bûye û di sala 2018an de daketiye ji sedî 4,3yan û di sala 2023an de ji sedî 3,2 hatiye tomarkirin.

Li gorî van amarên daketina zewaca bi xizman re di sala 2023yan de Mêrdîn bi rêjeya ji sedî 20,1 hat tomarkirin û Riha di rêza duyem de bi rêjeya ji sedî 18,7 hat qeydkirin û Diyarbekir jî di warê zewaca bi xizman re ji sedî 16,9an ket rêza sêyemîn.

Li ser bajarên ku rêjeya zewaca bi xizman re herî kêm e jî ji sedî 1,1 Edîrne, ji sedî 1,5 Kirklarelî, ji sedî 2 Çanakale hat destnîşankirin.

Her wiha hat diyarkirin ku parêzgeha ku di sala 2023yan da rêjeya zewaca bi xizman re herî zêde lê çê bûye, bi rêjeya ji sedî 17,7 Riha ye. Piştî Rihayê, bi rêjeya ji sedî 12,4 Sêrt û ji sedî 12,3 Mûş tê.

Çavkanî: K24