F E R A Ş Î N2 Zozanên Feraşînê di sêgoşeya parêzgehên Şirnex, Colemêrg û Wanê de ne û piranî ji bo çêrandina ajelan xelkê herêmê berê xwe dide wir.

Zozan ji asta deryayê 2 hezar û 625 metreyan bilind e.

Li herêmê her çar demsal bi hev re tên dîtin û demsala havînê ji bo geştyariyê jî dibe cihekî ku tê hilbijartin.

Xelkê herêmê dibêje ew di çûnûhatinê de zehmetiyê dibînin û ji bo ku zêdetir geştyar karibin biçin wan deran bikin divê rêya wê were çêkirin û ji bo geştyariyê derfetên pêwîst werin avakirin.

Ajeldar Erkan Aslan li ser herêmê got:

“Di dema çêrandina ajelan de me ev du golên nû keşf kirin.

Li Almanyayê êrişa çekdarî: Kesek ji aliyê polîsan ve hat kuştin Li Almanyayê êrişa çekdarî: Kesek ji aliyê polîsan ve hat kuştin

Rêya wan nîne û em dixwazin rê were çêkirin.

Li vê derê 2 golên cemedê û di nav şînkahiyê de berfa ku nahele heye.

Cihekî xweş e û em dixwazin ji bo geştyariyê derfet werin avakirin.”

Çavkanî: Rûdaw