AMED TIMES- Saziya Statîstîk ya Tirkiyeyê (TUIK) agahiyên jidayîkbûna zarokan yên sala 2023yan belav kirin.

Saziya Statîstîk ya Tirkiyeyê (TUIK) amarên jidayîkbûna zarokan yên sala 2023yan belav kirin.

Jidayîkbûna zarokan lê herî zêde ye Riha ye

Li gorî agahiyan bajarê ku jidayîkbûna zarokan lê herî zêde ye Riha ye û piştre jî Şirnex û Mêrdîn tên. 

Rêjeya jidayîkbûnê ya Rihayê 3,27 e.

Şirnex jî bi rêjeya 2,72 di rêza duyem de ye.

Mêrdîn jî bi rêjeya 2,40 di rêza sêyem de cih girt. 

Rêjeya herî kêm ya jidayîkbûnê jî bi rêjeya 1,13 bajarê Bartinê ye 

Rêjeya herî kêm a jidayîkbûnê jî bi rêjeya 1,13 bajarê Bartinê ye. Piştî wî bajarî jî bi rêjeya 1,14 bajarê Zonguldak û bi rêjeya 1,16 Kutahya tên.

Li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiye jî rêjeya jidayîkbûnê ya sala 2023yan de wekî 1,51 hatiye tesbîtkirin.Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di sala 2023yan de 958 hezar û 408 zarok zindî hatine dinê. Ji wan ji serdî 51,3 zarokên kur û ji sedî 48,7 zarokên keç bûne. Li gorî amarên TUIKê, li Tirkiyeyê rêjeya jidayîkbûnê daketiye.Di sala 2001ê de rêjeya jidayîkbûnê 2,38 bûye û sala 2023yan jî 1,51 bûye.

Çavkanî: Navenda Nûçeyan Ya Amed Timesê