AMED TIMES- Dengdana tûra duyem a 14emîn hilbijartinên serokomariya Îranê dest pê kir. Gelo namzedê Reformxwazên Kurdîaxêv Mesûd Pezeşkiyan dê di pêşbirka hilbijartinê de bikaribe dengan ji Kurdan bigire?

Di hilbijartinên Îranê de du namzetên sereke hene. Mesûd Pizîşkiyan û Seîd Celîlî.

Mesûd Pizîşkiyan namzedekî reformxwaz e û Seîd Celîlî jî mihafezekar e.

Di hilbijartinê dê yek ji mijarên tê miraqkirin ew e ku, namzedê reformxwaz Mesûd Pezeşkiyan serbikeve an na. Pezeşkiyan li bajarê Kirmanşanê bi kurdî propagandaya hilbijartinê kiribû û deng xwestibû.

Li Îranê serokkomar ji bo 4 salan tê hilbijartin û kesek dikare tenê du serdeman li ser hev bibe serokkomar.

Çavkanî: Amed Times