AMED TIMES-   Li Semsûrê di xebatên vekolînê yên li Bajarê Kevnare yê Tharsayê da odegoreke ji serdema Romayê hat dîtin.

Li bajarê kevnare yê serdema Romayê ku di nav sînorê Gundê Kuyuluyê da ye xebatên vekolîn û paqijkirinê bi 20 karkeran berdewam in.

Di encama xebatên di vê çarçoveyê da, rastî odegoreke ji serdema Romayê hatin.

Alîkarê Rêveberê Muzeya Semsûrê Mustafa Çelîk ji rojnamevanan ra anî ziman ku bajarê navborî muzeyeke servekirî ye.

Çelîk destnîşan kir ku di encama xebatên vekolîn û paqijkirinê da, odegoreke ji serdema Romayê dîtine û wiha pê da çû:

"Me li vê derê dest bi xebatên vekolîn û paqijkirinê kir. Di esnaya kolanê da me odegorek tesbît kir ku ji qadeke sereke û 3 arkosolîuman pêk tê. Di beşa ketina hundir da me rolyefeke ga dît ku em weke bukranîon bi nav dikin. Di beşa navîn da jî girlant û rozet hene. Ji bo ku ev bajarê kevnare, bi van odegoran va bibe cazîbeyeke geştyariyê em xebatên xwe didomînin."

Çavkanî: AA