AMED TIMES-  Li bajarê Mereşê li kargeha boyaxê teqînek çêbû, di teqînê de 3 karker birîndar bûn.

Sedema teqînê diyar nebûye û hinek beşên kargehê ji ber teqînê herîfîne.

Piştî vê rûdanê, tîmên parastinê yên sivîl, AFAD, polîs û tîmên tenduristiyê çûn kargehê û birîndar veguhastin nexweşxaneyên li derdorê. 

Tîman ji ber egere ku hinek karker di binê kavilan de mabin xebatên lêgerînê kirin lê derket holê ku kes di binê kavilan de nîne.

Çavkanî: AA