AMED TIMES- Li Mûşê ji ber ku zivistan dijwar derbas dibe heywandarên ku payîzê heywanên xwe biribûn herêmên germ, ji ber ku êdî hewa germ bû ber bi zozanan va diçin.

Heywandarên ku ji meha mijdarê pê va heywanên xwe biribûn bajarên der û dorê ji bo ku zivistanê wan di nav şert û mercên baştir da xwedî bikin, piştî ku hewa germ bû ber bi zozanan va bi rê ketin.

Ew bi kîlomêtreyan dimeşin û êvaran jî li hin cihan dimînin.

Heywandaran heywanên xwe anîn bajêr û ji wir jî çûn zozanên ku wê nêzî 5 mehan lê bimînin.

Savaş Ozkanê ku heywanan xwedî dike got wî di meha mijdarê da birê pez ya ku ji 1000 pezî pêk tê biriye Sîlvana navçeya Diyarbekirê û zivistanê li wir maye.

Ozkan got ji bo vegerê ew 12 roj e di rê da ye û wiha axivî: "Ji ber ku li wir berf nabare em her sal heywanên xwe dibin wir. Em 6 mehan li wir man. Piştî ku hewa germ bû em vegeriyan. Em ê havînê li vir bin, payîzê jî dîsa vegerin bajarên germ."

Ozkan daxuyand ku ew bi zehmetî diçin û tên û wiha dewam kir: "Bi tevî min 3 kes şivantiyê dikin. Em niha li çemê Qulpê ne. Em ê herin herêma Şenyaylayê û ji wir jî herin zozanên li Çiyayê Kurtikê."

Çavkanî: AA