AMED TIMES- Amedspor li Manîsayê 1-0 ji Somasporê têk bir ji bo şampiyoniyê gaveke mezin avêt. Serokê Klûba Amedsporê Azîz Elaldi piştî serketinê daxuyaniyên girîng da.

Serokê Klûba Amedsporê Azîz Elaldi, piştî serketinê daxuyaniyên girîng da.

Di Lîga 2yemîn a Koma Sor a Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê de, Amedsporê Somasporê 1-0 têk bir û puanê xwe derxist 80yê û hefteyek beriya dawiya sezonê şampiyoniya xwe îlan kir. Amedsporê bi vê serketinê ve derketina Lîga 1emîn mîsoger kir. Amedspora ku li hemberî hevrika xwe ya herî nêzîk Kastamonusporê 3 pûan ferqa wê heye û ferqa golan jî (averaj) 11 heye. Amedspor hefteya bê li mala xwe bi Menemen Belediyesporê re wê maçê bike.  

Elaldi: Em spasiyên xwe ji gelê xwe re dikin 

Derbarê pîrozbahiyên şampiyoniyê de jî Serokê Klûba Amedsporê Azîz Elaldî wiha axivî : 

"Em di êvara rojeke dîrokî de ne, em kêfxweş in ku hemû gelê me bi boneya vê roja dîrokî beşdarî van şahiyên şampiyoniyê bûne. Me sezoneke girîng derbas kir û piştê vê sezona girîng me şampiyoniyê bi dest xist. Heta vê saetê gel û aligîrên me ku li cem me bûn re em spasiyên xwe peşkeş dikin. Niha bi awayeke aram vegerin malên xwe. Piştê maça Menemenê em ê dest bi şahiyan bikin.”

Çavkanî: NAVENDA NÛÇEYAN (HABER MERKEZİ)