AMED TIMES- Amedspor, hefteyek ji dawiya lîgê re mabû û li Manîsayê Somasporê 1-0 têk bir, şampiyoniya xwe bi giranî mîsoger kir. Ji ber vê serkeftinê, siyasetmedaran Amedsporê pîroz dikin. 

Peyamên pîrozbahiyê yên siyasetmedaran ên ji bo Amedsporê berdewam dikin. Amedspor, hefteyek ji dawiya lîgê re mabû û li Manîsayê Somasporê 1-0 têk bir, şampiyoniya xwe bi giranî misoger kir.

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û siyasetmedarên din Amedsporê pîroz kirin.

Ji rayedarên siyasî bo Amedsporê pîrozbahî

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ji ber ku Amedspor derket Lîga 1emîn tîmê pîroz kir û daxwaza serkeftinê kir.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Amedsporê pîroz kir. Îmamoglu di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got, "Ez Amedspora ku wek şampiyona Lîga 2emîn a TFFyê derket Lîga 1emîn a TFFyê, ji dil û can pîroz dikim." 

Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê Vahap Seçer jî şampiyoniya Amedsporê pîroz kir.

Piştî şampiyoniya Amedsporê, Amedspor li ser medyaya civakî bû trend.

Çavkanî: NAVENDA NÛÇEYAN (HABER MERKEZİ)