AMED TIMES- Navenda Texmîna Hewayê ya Fezayê ya girêdayî Daîreya Okyanûs û Atmosferê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NOAA) ragihand ku teqîna tavê ya herî mezin a 7 salên dawîn duh pêk hat.

Li ser hesabê Xê ya Navenda Texmîna Hewayê ya Fezayê da hat destnîşankirin ku teqîna herî mezin a di nav çerxa teqîna tavê ya heyî da duh çêbû.

Hat gotin teqîna navborî 17emîn teqîna tavê ya herî mezin e ku heta niha pêk hatiye.

Hat destnîşankirin ku ji ber vê teqîna bihêz dibe ku tesîr li ser hin cîhazên radyoyê û amûrên teknîkî yên bi vî rengî çêbibe.

Di nûçeyên ku di medyaya Amerîkayê da hatin belavkirin da jî hat diyarkirin ku teqîn li gorî seata herêmî ya Amerîkayê di dora saet 13.00an da pêk hatiye û tesîreke girîng li ser dinyayê nekiriye.

Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku teqîn di asta X8.7an da pêk hatiye û ji sala 2017yan vir va ev teqîna herî mezin e.

Teqînên tavê ji asta Ayê heta asta Xê tên dabeşkirin û her ast di nav xwe da ji 1ê bigire heta 9an tên pîvandin.

Çavkanî: AA