AMED TIMES – Piştî maça Amedsporê li Sakaryasporê cîgirê serokê kulübe Semih İlkis îstîfa kir piştî wî serokê kulübe Gökhan İn jî îstîfa ji serokatiya 2 mehan îstîfa kir.
Serokê kulûba Sakaryasporê Gökhan İn daxuyand ku ew jî ji kare xwe îstîfa kiriye.
Piştî maça Amedsporê Yonathan Del Valle û Cebrail Karayel
Gökhan İn di kongreya derasayî ya 22yê hezîranê de 45 deng ferq avetîbû û bû serokê Sakaryasporê lê piştî 2 mehan wî jî îstîfa kir.
Aîlgirên Sakaryasporê bi maskeyên ‘Yeşil’ hatibûn maça Amedsporê
Amedspor hefteya borî li Stadyuma Olîmpîyatê ya Stenbolê tevî Sakaryasporê maç kiribû. Piştî maçê li medyaya civakî dîmenên ku hatibû parvekirin hat dîtin ku aligirên Sakaryasporê dema dihatin maçê bi maskeyên Mahmut Yıldırım wek ‘Yeşil’ tê nasîn û bi kuştinên bêfaîl navdar e hatine. Hin aligirên Amedsporê bangî TFF û Dadgehê kiribûn ku derheqê van dîmenan de doz were vekirin.