AMED TIMES – Amedspor li Lîga 1emîn ya Trendyolê de di hefteya 4emîn de bi Kocaelîsporê ku di sê maçan de sê maç qezenckirî lîst.

Dûpişk digirtin, 387 hezar lîre ceza lê hat birîn Dûpişk digirtin, 387 hezar lîre ceza lê hat birîn

Maç li stadyuma 11 Nisanê ya Rihayê hat lîstin. 2 heb lîstîkvanên Kocaelîsporê hê 20 deqeyên ewil yê maçê tije nebû bi kartên sor derveyê lîstîkê man.

Amedsporê ku Super Lig ji xwe ra kiriye armanc heta naha performansa ku dixwast nişan nedabû îşev di deqeya 32an de bi gola Oktay Aydın ket pêşiyê. Di dewra duyemîn a maçê de A. Traoré deqeyên 63 û 86an de du gol avêtin û Amedspor skora maçê kir 3-0 û maç qezenc kir.

Çavkanî: Navenda Nûçeyan