Giştî

Amedspor bi 3 golan Kocaelispor têk bir!

Lîga 1emîn ya Trendyolê de maça Kocaelispor û Amedspor hebû Amedspor îşev di vê sezonê de cara ewil maç qezenc kir.

AMED TIMES – Amedspor li Lîga 1emîn ya Trendyolê de di hefteya 4emîn de bi Kocaelîsporê ku di sê maçan de sê maç qezenckirî lîst.

Maç li stadyuma 11 Nisanê ya Rihayê hat lîstin. 2 heb lîstîkvanên Kocaelîsporê hê 20 deqeyên ewil yê maçê tije nebû bi kartên sor derveyê lîstîkê man.

Amedsporê ku Super Lig ji xwe ra kiriye armanc heta naha performansa ku dixwast nişan nedabû îşev di deqeya 32an de bi gola Oktay Aydın ket pêşiyê. Di dewra duyemîn a maçê de A. Traoré deqeyên 63 û 86an de du gol avêtin û Amedspor skora maçê kir 3-0 û maç qezenc kir.